Mittwoch, 23. Mai 2012, 18:33 : 57 User online
Passwort vergessen? | Registrierung
Kurdistan Diskussionsforum 23. Mai 2012, 18:33 *
Willkommen Gast. Bitte einloggen oder registrieren.


Einloggen mit Benutzername und Passwort
Wichtiger Hinweis::
Liebe User, wir bitten Sie, sich im Rahmen der von uns aufgestellten »Forenregeln« zu halten!

Viel Spaß und liebe Grüße
Euer Kurdmania-Team.
 
Autor Thema: Kurdisch-Sprachige Bücher : Rezensionen. Kritiken. Empfehlungen  (Gelesen 8978 mal)
Qers | Beiträge: 1086
Qers
Member
***
Beiträge: 1086


« Antworten #33 am: 25. Dez 2010, 00:13 »

Kurden in Transkaukasien
Lêkolînek balkêş li ser Kurdên Qafqasyayê




Der Avesta-Verlag hat erstmals eine Kurdische Übersetzung der Forschungsergebnisse des Kurdologen Minorsky gedruckt.

Das Thema ist sehr interessant - Der Schaddadidenstaat wurde im Jahre 951 n.Chr. auf sehr abenteuerliche Art und Weise in Transkaukasien gegründet und erstreckte sich in seiner Blütezeit über Teile des heutigen Kaukasusrepubliken Georgien, Armenien und Aserbaidschan.

Sultan Saladin stammt laut Minorsky übrigens aus der Herrscherdynastie der Scheddadiden. Nach dem Untergang des Reiches im 12. Jahrhundert wanderte der Revadî-Zweig des Hadhabanî - Stammes in die Region Tikrit im heutigen Irak aus.

Übersetzer: Emîn Narozî



Zitat
Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de

Kitêba Vladimir Minorsky a bi navê "Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de" ji nav weşanên Avestayê derket. Kitêb beşek e ji lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê. Beşê din jî bi navê "Pêşdîroka Selaheddîn" sala 2008an ji nav weşanên Avesta derketibû. Herdu kitêb jî ji aliyê Emîn Narozî ji ingilîzî hatine wergerandin.

Vladimir Minorsky yek ji rojhilatnas, lêkolîner û Kurdologên navdartirîn û serwexttirînê bi rewş û dîroka Kurdan e. Lêkolînên wî yên li ser dîroka Kafkasyayê ji bo lêkolînên Kurdî û xebatên li ser dîroka herêmê çavkaniyên girîng in. Bi vê kitêba di destê we de, ku berê beşek jê bi navê "Pêşdîroka Selaheddîn" çap bûbû, xebata wî ya li ser Kafkasya di Kurdî de temam dibe. Ev kitêb wergera herdu beşên pêşî yên vê berhema hêja ye ku birêkûpêktirîn çavkaniya ser dewleta Kurdên şedadî ye û bêguman çawa ku Minorsky jî diyar dike, agahên ser dewleta vê xanedaniyê ê hem valahiyeke dîroka Kurdan ya derûdorên Kafkasyayê dagire û hem jî serdemeke tarî ya dîroka xanedaniyên îslamê yên wê navçeyê ronî bike. Şedadî yek ji wan xanedanên Kurd û misilman in ku dîroka wan pir kêm tê zanîn û li rojhilatê Transkafkasyayê li herêmeke navbera çemên Kurê û yê Arasê seranser desthilatdarî kirine.

Emîn Narozî, di wergera kitêbê a Kurdî de, Camî‘u-l-Duwela  Muneccimbaşî ku Minorsky ji erebî wergerandibû ingilîzî, yekser ji teksta erebî wergerandiye û not û sererastkirinên Minorsky ên ser tekstê lê zêde kirine. VLADIMIR MINORSKY-(1877-1966) Piştî perwerdeya xwe ya seretayî û ya bingehîn li Moskowayê bûye çaremîn kesê xwedî pileya zêrîn ya zanîngeha rêzimanî û beşa hiqûqnasiyê ya zanîngeha Moskowayê kar kiriye, ji sala 1886an heya 1890î jî li wê derê huqûq xwendiye. Piştî qedandina wê wî sê salan jî li dibistana bilind ya Lazarev beşa zimanê rojhilatê xwendiye.

Di 1903yan de ew ketiye ber xizmeta wezîrtiya kar û barê derve ya Rusyayê û ji sala 1904an heya 1908an li Îranê û ji 1908an heya 1912an jî li St. Petersburgê û Turkistanê xebitiye. Di sala 1911an de wî bi nûnerê ingilîzan re delagasyonekê biriye bakur-rojavayê Îranê. Di sala 1912an de bûye balyozê Rusya yê Stembolê û sala dû re jî bûye nûnerê Rusya yê komisyona navnetewî ya ser sînorê navbera Tirkiye û Îranê. Demek pişt re ew bûye balyozê Rusya yê Tehranê û di sala 1919an de jî ji wê derê berê xwe daye Fransa û çend salan jî balyoziya Rusya ya Parîsê kiriye. Di sala 1923yan de wî dev ji balyoziyê berdaye û li enstîtuya Ecole National des Langues Orientales Vivantes (Enstîtuya Ekola Neteweyî ya Zimanê Rojhilatê ya Vîvantes) dest bi dersdariya zimanê farisî kiriye û pişt re jî li heman zanîngehê dersên dîroka tirk û ya îslamê jî dane. Piştî ku ji tebaxa sala 1930yî heya çileyê 1931ê li Londonê di pêşengeha hunerê îranî ya Berlington Housê de weke berpirsiyarê rojhilatê kar kiriye, pêwendiya wî bi zanîngeha Londonê re çêbûye û di sala 1932yan de li wê derê di beşa rojhilatê de bûye dersdarê zimanê farisî. Pişt re li eynî beşê bûye doçentê beşa edebiyat û dîroka zimanê farisî û di dû re jî bûye profesorê beşê. Di sala 1944an de ew bi tîtilê Prof. Emeritus xanenişîn (teqawîd) bûye û bûye endamê şerefê yê "The School of Oriental and African Studies (SOAS): Fakulteya Xebatên ser Rojhilat û Afrîka" û di 1948-49an de jî çûye serdana Zanîngeha Qahîreyê. Digel wergirtina wî ya endametiya îdareya Akademiya Brîtanî (1943) ew endamê şerefê yê Pêwendiyên Civaka Asyayî ya Parîsê (1946) bû û her weha ew doktorê şerefê yê Zanîngeha Brukselê (1948) bû jî. Di sala 1966an de koça xwe ya dawî kiriye û ji nav me çûye.

Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de, Kitêba Vladimir Minorsky. Kurdolojî / Lêkolîn    |      Wergera ji ingilîzî: Emîn Narozî    |    ISBN: 978-605-5585-25-9    |    19.5x13, 10436 rûpel, 10 TL    |    www.avestakitap.com

Quelle: Kurdistan-News, 22.12.2010
« Letzte Änderung: 25. Dez 2010, 00:16 von Qers » Gespeichert

„ . . wir haben euch zu Völkern und Stämmen gemacht, damit ihr einander kennenlernt...”

 
Gehe zu:  

Powered by SMF 1.1.16 | SMF © 2006-2007, Simple Machines