Mittwoch, 23. Mai 2012, 18:10 : 63 User online
Passwort vergessen? | Registrierung
Kurdistan Diskussionsforum 23. Mai 2012, 18:10 *
Willkommen Gast. Bitte einloggen oder registrieren.


Einloggen mit Benutzername und Passwort
Wichtiger Hinweis::
Liebe User, wir bitten Sie, sich im Rahmen der von uns aufgestellten »Forenregeln« zu halten!

Viel Spaß und liebe Grüße
Euer Kurdmania-Team.
 
Autor Thema: Kurdische Gedichte!  (Gelesen 60925 mal)
Siabend | Beiträge: 1
Siabend
Newbie
*
Beiträge: 1


« Antworten #99 am: 30. Mär 2010, 19:15 »

Hallo freunde!

Eure gedichte sind echt klasse!
Ich schreibe auch kurdische Gedichte.
Hier eins von mir. Ich hoffe das es euch gefallen wird.


Dê zû were ûmêda dila,
Min azad ke ji derd û kûla,
Bêje min bi dengê bilbila,
Ez heşte dikim ji herdû dila!

Bi de min soz û peymana,
Birevîne keser û jana,
Dilî xweşke bi çend hozana,
Çavan geşke wek stêrên li ezmana !

Di hizra da ne vemîne,
Dilê nazik bixemline,
Bîr û bawera bizivrîne,
Felek li me na xaîne!

Çerxê nede nav dû dila,
Tijî neke ji xem û kûla,
Dikim dîyarî hezar gûla,
Heşte dikim ji nîva dila !

Gespeichert
Qers | Beiträge: 1086
Qers
Member
***
Beiträge: 1086


« Antworten #100 am: 22. Mai 2010, 20:34 »

Ez êşek bejn bilind im
Nerim ser milê xemekî din jî
Tenê serî rakim
Birîn li ku be
Em hev dibînin


* * *

Şêrko Bêkes
Ji pirtûka "Gulbijêrek Ji Helbestan"
Wergerandin: Kerem Serhed/J. Alpîranî
Gespeichert

„ . . wir haben euch zu Völkern und Stämmen gemacht, damit ihr einander kennenlernt...”
Qers | Beiträge: 1086
Qers
Member
***
Beiträge: 1086


« Antworten #101 am: 22. Mai 2010, 22:48 »

Li dû xwe ne nihêre


Meriv bi hêvî diçê rêyên dirêj
Bi dildarî derbaz dibe ji çiyayên bilind
Borî çiqas delal be jî
Jiyan li pêş te ye
Li dû xwe ne nihêre.

Havîn bi kar û ber bû
Bîranîn westayî û xemgîn in
Mîna payîzê rengîn in
Lê çiqas delal be jî
Li dû xwe ne nihêre.

Romaneke xweş carê tê xwendin
Fîlmeke xweş carek tê nihêrtin
Borî wek kilameke bihîstî
Û resmeke dîtî yê
Çiqas delal bi jî
Li dû xwe ne nihêre

* * *

Kemal Burkay
(ji pirtûka “Berf Fedî Dike“)
Gespeichert

„ . . wir haben euch zu Völkern und Stämmen gemacht, damit ihr einander kennenlernt...”
Qers | Beiträge: 1086
Qers
Member
***
Beiträge: 1086


« Antworten #102 am: 31. Jul 2010, 19:43 »

.
Ev bû serê sî salî
tim bi axîn û nalî
hat warê bav û kala
gihîşt yar û hevala
kurdekî swêdîye
me hîn hevûdu nedîye
jê ra kirine bahsa min
nivîs û helbestên min
dibêjin Swêd xweş e
bê diz û bê keleş e
jiyan li wir bihuşt e
ji we ra ne tu tişt e
bi axîn û keser in
tim navê wan koçerber in
dayika we ye welat
tim bo wê bikin xebat
ey kurdê Kurdistanî
min hinekî li hev anî
bo te dikim diyarî
rû neguhere ji vî warî

Aus dem Zinarê Xamo - Blog, 33.07.1010 [ URL ]
Gespeichert

„ . . wir haben euch zu Völkern und Stämmen gemacht, damit ihr einander kennenlernt...”
Qers | Beiträge: 1086
Qers
Member
***
Beiträge: 1086


« Antworten #103 am: 15. Jan 2011, 21:30 »

Em li ber lafaw û lihiya gaza jehirkirî û
Bêrewiştiya vî çerxî, çend rûtîn…!
Em di taziya vî bajarokê şehîd de,
Çend bi tenê ne!
Em di şînê de, çend bi tenê ne!
Em di govenda xwînê û kernevala serbirrînê de,
Çend bi tenê ne!
Em çend bi tenê ne!
Çend bi tenê ne!Bila Helebce
Semfoniya dawiya vê şevê be…
Bila Helebce
Bersiva sûra neviya be…
Bila kernevala dawiyê ya
Xwîn û birîna ebediya gelî be…
Bila Helebce
Heta hetayê Helebce be…
Helebce be û Helebce be!   

"Zarokên Halepçe", Refîq Sabir



Türkische Übersetzung:

Zehirli gaz seli taşkını önünde
Şu çağın ahlâksızlığı, ne kadar da sıradan!..
Bu şehit kasabanın taziyesinde
Ne kadar da yalnızız!
Matemde biz, ne kadar da yalnızız!
Kan halayında ve Kafakesme Karnavalı’nda
Ne kadar da yalnızız!
Ne kadar da yalnızız biz!
Ne kadar da yalnızız!Halepçe, bu gecenin
Sonunun senfonisi olsun…
Halepçe
Bebeklerin kızıllığının cevabı olsun…
Kan ve halkın ebedî yarasının
Son karnavalı olsun
Halepçe
Sonsuza kadar Halepçe olsun…
Halepçe olsun ve Halepçe olsun!
Gespeichert

„ . . wir haben euch zu Völkern und Stämmen gemacht, damit ihr einander kennenlernt...”
Jaban | Beiträge: 867
Jaban
Member
***
Beiträge: 867

Gelê kurd carek din bindestiyê qebûl nake!



« Antworten #104 am: 26. Aug 2011, 22:49 »

BEHSA MUCÎZATÊ PEYĞEMBER
SALLALLAHU ‘ELEYHİ WE SELLEM

Muhammed zahir kir hinek mucizat
Temamê eflaka jibo tayî‘at

(Muhammedun ezhere fîl-xelqî mucizeten
Kanet lehu cumletul- eflaki tayî‘eten)

Daîma li me farde hijjêkirna wî

Pirr zahfin mucizat jibona ewî

Dar jibonê hatin ewan kûnde bun

Mucizat jibonê pir pir zêde bun

 
Meylê dane bal ve çiqil bune sî

Ne dîtî jibona wî sî tu kesî

 
Dar çûne balê ve bê ling û bê dest

Û dar û keviran dikir şehadet

 
Dibbê d ku lebba, deveh dikir enîn
Kevir ser selam da, cezi’ kir zarîn

 
(Wed-debbu lebbahu wel- be‘îru enne lehu

We selleme hacerun wel cez’u henne lehu)

 
Gelek nase vexxwar ji ava zelal

Ew ava ku derket ji telyê şepal

 
Ğezal hate balê dikir şikayet
Halê xwe jbo erz kir we qed rece‘et

 
Bi nura Muhammed nuxun bun sanem

Muzeyyen bu Erş û Kûrsiyy û Qelem

 
Kahini exres û kezzab û xesimBihvilê wan şikestin Xuda Munteqim

 
Li Mekhi mukerrem dema hat dinê

Hejandin ketibu di nav dijminê

 
Ferişta gazî kir li Erşê Xuda
Mizgînî dane hev çêbu Ehmeda

Digotin derketye ew roja huda

Ji qencîye wî ra çênebwe heda

 
Ku dev û ziman pê mijulbê bida

Çunkî ew çêbuye ji nura Xuda

 
Xuda ew çêkir bu ji nura zelal

Wehşiyê li erdi dihatin li bal

 
Digotin evê ha ku Peyğembere

Ewa buye rehmet jibona me re

 
Ewra jî dibaran ji germa wetîs

Muhammed mîna nur dibin de teyîs

 
Ew mîna rojê bu rusul kewkebin

Li pey wan herîn hûn hidayet bibin

 
Mîna ‘enberê bihn dida meskene

Ronî da ji cismi nura batine

 
Xuda ku ji nurê ewa çêkirî

Jibona kaînat kire serwerî

 
Meznatiya Kisra dibu munteze’
Quwweta temama dibu munqete’

 
Kenaisi kûfrê dibun munhedem

Û dînê wa yê xwer nabê lem yequm

Tesdîqkirbu rojê digel qemerê

Tesdîqa nubuwwet kirbu şecerê
Muhammed Resule jibona me ye

Di roja qiyamet şefî‘ê me ye

 
Di pensê ewî de nazil bu sûwer

Ewe mebleği ‘ilm çunkî ew beşer

 
Bi nura Muhammed zaîl bu zulem

Bi hatna ewî jî nuxun bun sanem

 
Xuda jbona însan şiyand murşide
Salat û selamê liser wî bide

ELLAHUMME SALLÎ ‘ELA SEYYÎDİNA

MUHAMMEDİN WE ‘ELA ALÎ

SEYYÎDİNA MUHAMMEDİN

 
Nura wî j temami nura zêde ye

Haçîke dibêjim hamî jî we ye

 
Li Mekhê Mûkerrem ji daykê dibu

Bo şêst û sê salî umrê wî hebu

 
Pêncîy û sê sala Mekke bu weten

Di dehê paşî de Yesrîb bu mesken

 
Li Yesrîb deh sal ma wefat ew dibu

Bi emrê Xuda ew çiqa şa dibu

 
Nubuwwet çilî de jibonê diyar

Di bîst û sê ma yî Qur’an hate xwar

Wehyi ku jêra d hat bi wehyek fasîh

Jibona vê wehyê dibêjin sarîh

 
Yeke dî heye ew wehya dumniye

Ji vêra dibêjin ew îlhamiye

 
Hûn înkara wehyê nekin ji xewnê wî

Dema ku çav razê ranaz qelbê wî

 
Ew xewnê didîtin hemu sadiqin

Ewana mizgîn bun jibo laiqin

 
Mubelliğê mahde Muhammed Emîn

Ewa tercumanê Qur’an a mubîn

MELA EHMED TOKSOY MILAZGIRDÎ..
Gespeichert
Qers | Beiträge: 1086
Qers
Member
***
Beiträge: 1086


« Antworten #105 am: 16. Dez 2011, 00:46 »

Tu ne ji heq fêhm dikî, ne ji daxwaz û lavlava
Tava jîna me bi xem û kul û keder çû ava
Ro bi ro xwezî bi do, sal bi sal xwezî bi par
Te jîn li me kir zîndan, dewlet mala te ne ava.


-Sabah Kara-
Gespeichert

„ . . wir haben euch zu Völkern und Stämmen gemacht, damit ihr einander kennenlernt...”

 
Gehe zu:  

Powered by SMF 1.1.16 | SMF © 2006-2007, Simple Machines