1.Wochendseminar: Zimanê Kurdî / 28.11.2009 / Köln. Mit der Bitte um Weiterleitung und Bekanntmachung
Liebe Freundinnen und Freunde der Wissenschaft!
Es ist soweit!
Die seit geraumer Zeit angekündigten Wochenendseminare starten am Samstag, dem 28. November 2009 im Kurdischen Institut in Köln.
Mit der Planung des Projekts „
Wochenendseminare über Kurd û Kurdistan“ wurde am 29.09.2009 mit einer Anfrage an die Öffentlichkeit angefangen, um die Seminarthemen, die Referenten, die Sprache und die Örtlichkeiten mit euch gemeinsam zu bestimmen. Eine Kommission hat die Vorschläge, die uns erreicht haben, bearbeitet und in Zusammenarbeit mit dem Kurdischen Institut ein Programm erstellt. Nach Klärung von organisatorischen Einzelheiten, wird das endgültige Programm demnächst auch bekanntgegeben.
Das erste Seminar wird am 28. November 2009 in Köln angeboten.Referent wird
Dr. Zerdeşt Haco sein, der seinen Vortrag in kurdischer Sprache halten wird. Das Seminar beginnt um 13:00 Uhr.
Thema dieser ersten Sitzung ist die Kurdische Sprache.
„Unsere Sprache ist unsere Gegenwart. Wir sind mit unserer Sprache da.“
a. Die Geschichte der kurdischen Sprache und ihre Sprachgruppenzuordnung
b. Primärquellen im Kurdischen
c. Kurdische Dialekte
d. Standard-, Literatur-, Akademie-, Schrift- und Alltagssprache
e) Tätigkeiten und Kampagnen für die Muttersprache im Bereiche der gesprochenen und Schriftsprache
die erste Sitzung des Projektes wird dem geehrten Celadet Alî Bedirxan (1893-1951) gewidmet, der für kurdische Sprache Pionier Arbeit geleistet hat.
*********************************************************
Datum: Samstag, 28.11.2009 / 13:00-16:00 Uhr
Ort: Kurdisches Institut in Köln / Vogelsanger Str. 10, 50823 Köln
Seminar Thema: kurdische Sprache
Referent: Dr. Zerdeşt Haco, Vorsitzender des Kurdischen. P.E.N
Bemerkung:
Im Anhang könnt ihr einen einleitenden bzw. allgemeinen Text über diese Seminarreihe, verfasst von Mîrhem Yiğit, lesen.
Für mehr Info über das Projekt:
http://de.yxk-online.de/index.php?option=com_content&task=view&id=173 Mit freundlichen Grüßen
Das Sprachkurs-Komitee des YXK in Zusammenarbeit mit dem Kurdischen Institut in Köln & mit Unterstützung des Ausländerreferats der Ruhr-Universität Bochum
[
kurdisch-kommission@hotmail.de ]
__________________________________________________________________________
Dem baş hevalên heja,
ji bo agehdariyên fireh û zanyarî li ser dîrok û aktûalîteya zimanê kurdî, vê mehê, meha em tê de, 28 ê wê, seet 13.00-16.00 Serokê PEN a Kurdî Dr. Zerdeşt Haco, dê li navnîşana Instîtûta Kurdî li Kolnê çend dersan bide û bersiva pirsên beşdaran bide.
“ Zimanê Me Hebûna me ye. em bi zimanê xwe hene.“
a. Dîroka zimanê kurdî û gurûbê zimanê kurdî
b. Tekstên ewil
c. Diyalektên kurdî
d. Zimanê standart, edebî û akademîk, zimanê nivîskî û zimanê rojane.
e. Xebat û kampanyên salên dawî ji bo axaftin û nivîsandina bi zimanê zikmakî
Di civîna yekemîn a pêşnûmayê (proje) ji birêz Celadet Alî Bedirxan(1893-1951) re hat nezirkirin. ji bo zimanê kurdî pêşengiya xebatê kir.
*********************************************************
Dem: şemî, 28.11.2009 / Saet 13:00-16:00
Cih: Instîtûta Kurdî li Köln / Vogelsanger Str. 10, 50823 Köln
Mijara semînerê: Zimanê Kurdî
Dersdar: Rêvebirê PEN a Kurd Dr. Zerdeşt Haco
Têbinî: Destpêkêda nirxandinekî tevayî ji aliyê Mamoste Mîrhem Yiğit de hatiye nivîsandin, pêve kirina vî Mailêdaye û hûn dikarin bixwînin.
Silav û rêz
Komîteya dersa Ziman a YXK'Ê bi hevkarî a Instîtûta Kurdî li Köln ê û bi alîkarî a Ausländerreferat a Zanîngeha Ruhr li Bochum
[
kurdisch-kommission@hotmail.de ]
„Ziman, mala mirov e..“
Ev gotina alimê Elman Heideger e. Rast e, heta mirov bi zimanê xwe qise bike, bi zimanê xwe binîvisîne û ya aktûeltir jî pê perwerde bibe, mirov li ku dibe, bila bibe, dûrayî û nêzîkayiya coxrafîk ne asteng e, mirov li mala xwe ye.
Tu vê malê terk nekî, pê re xayin nekevî, ew qet terka te nake, ruwê xwe ji te banade, pişta xwe nade te, nakeve rê û naçe.
Şert û merc çendî nelibar dibin bila bibin, bi şertê daxwaz xwirt be û mirov bi biryar be, kes nikare zimanê mirov ji mirov bistîne, bi taybetî li derveyî welat, li cih û deverên dûredest ji asîmîlekarên zimanê kurdî.
Ne bila sebeb hatiye gotin ku „ziman mal e“. Hem mal e û pê re jî stargeha hest û ramanan e, qab û kalanê her lebt û herka rûhî ye jî.
Bi gotineke din ziman bi hest, raman, pêjin, normên kulturî, etîkî û exlaqî barkirî ye. Ne ev bi tenê; ziman, bingeh, kanî û xezneya kulturê, nasname û zanavê, xweserî û giş taybetmendiyên cihêker e jî.
Zimanê kurdî, Ji heqîqet û rastiyên sedsal û pêncsed salên bihurî, jiyana bav û kalan, bi dehan cîl û nifşan ava bûye. Hêlîna bahweriyan, sedcore mîrat û mîrasên manewî ye. Tomargeha elementên sedsal û hezarsalan e. Rûmet, namûs, xîret û zanav e.
Hezkirina welat, şervan û têkoşerên welat, av, çiya û zinarên welat, berxwedan û gerîlayên welat, heger bi hezkirina ziman, xwedîderketina li nirxên zimanî û parastina ziman, mîna çavên xwe neye girêdan, wê belek û kulek be, dilmê û lewaz be, wê tim ji hêzketinê re kêlekvekirî be û zû ya dereng wê rojekê hêz û enerjiya xwe ji dest bide, wergere bervajê xwe.
Dîroka doh û îro tije mînak e, mişt û li ber dev e. Kurdbûna bêziman, bê îdeolojî, bêrêxistin û ne di nav siyasetê de bi tenê etnîsîteyî, di serdemeke wek ya îro de ku dewlet ketiye her derê, di hejmarek kanalên televizyonan de bi riya filîm û rêzeşanoyên dehcoreyî ketiye her malê, heta gundên çendmalî çûye, ne mikun e bikaribe kiyan û netewiyeta xwe biparêze û ji navê ranebe, piştî çend deh salan nequlupe aliyê deshelatdar û dagirkeran.
Ji xwe ya siyasetmedarên dewletê jî li bende ne, ev e û bi vê hêviyê xwe nadin ber tiştekî, li çareseriyê nêzîk nabin.
Kesê û kesa, li ber zimanê xwe nekeve, qîmet û nirxekî nede zimanê xwe, gav bi gav têkiliya wî/wê bi çand, dîrok û etnîsîteya wî/wê re jî wenda dibe.
Li cihên mîna Tirkiye, Iran, Iraq û Sûriye ku bi xetên stûr, kêm zêde ol yek e, jiyan di nav hev de ye; dibistan, mizgeft, leşkerî, daîre yek in, paseport nifûs hevbeş in û ji aliyê fizîkî ve jî mînahevî serdest e, ferq û cihêyiya sereke dimîne ziman û ne tiştekî din.
Em bi zimanê xwe hene. Ku zimanê me çû em jî zû ya dereng em dê herin. Naxwe em bi zimanê xwe qise bikin, zimanê xwe fêr bibin.
Hezkirina zimanê dayika xwe naye wateya bêhurmetiya ji zimanên din re. Tu çend zimanan zanibe ewçendî baş e û tu jî ewçend mirov e.
Ji bo agehdariyên fireh û zanyarî li ser dîrok û aktûalîteya zimanê kurdî, vê mehê, meha em tê de, 28 ê wê, seet 13.00-16.00 Serokê PEN a Kurdî Dr. Zerdeşt Haco, dê li navnîşana Instîtûta Kurdî li Kolnê çend dersan bide û bersiva pirsên beşdaran bide.
Mîrhem Yiğit