Talebanî Û Barzanî di preskonfereksekê de helwestê Kurdistanê û Îraqê li hember operasiyona Tirkiyeyê eşkere kir Îro Celal Talebanî serokkomarê Îraqê û Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li havîngeha Selahedînê civiyan. Di civînê de herdu aliyan guhertinên siyasî yên vê dawiyê û mesela êrîşa leşkerê Tirkiyeyê bo ser herêma Kurdistanê gotûbêj kir. Piştî civînê herdû serokan li ser encamên civînê preskonferensek saz kir û brsiva pirsên rojnamevanan jî dan.
Li dor biryara perlemantoya Tirkiyeyê bo êrîşkirina ser herêma Kurdistanê û xebatên jo bo şareserkirina vê meselê têne kirin, serokkomarê Îraqê got: Jek ji mijarên civîna me ya îro bi serokê herêmê re minaqeşekirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê bû. Em hêvîxazin ku ev pirsgirêke bi rêyên aşitî û diplomasî çareser bibe.
Gelo êrîşa leşkerê Tirkiyeyê peywendî bi cêbicêkirina madeyê 140 ê ve heye? Di bersiva vê pirsê de serokê herêmê got: Karûbarên vî madeyî bi başî birêve diçin, di van rojên çûyî de li gel hijmareke endamên Komîteya wî madeyî civiyayîn û ew karên xwe bi başî dikin.
Helwestê Amerîkayê li hember madeyê 140 ê çewaye? Serokkomarê Îraqê got: Amerîka bi wê yekê re ye ku madeya 140 di dema xwe ya diyarkirî de cêbicê bibe.
Derbarê wan nûîeyan, qaşo Tirkiye naxaze miamelê bi kurdan re bike û pêşwaziya kurdan bike, Talebanî got: Gelek caraan şandeyên Îraqê serdana Tirkiyeyê kiriye û ew şande bi serokatiya kurdan bûne, weke Hişiyar Zêbarî û Letîf Reşîd. Herwesa di nav gelek şandeyan de, di warên siyasî, aborî û diplomasî de, kurd habûne.
Li dor çareseriya piroblema navbera PKK û Tirkiyeyê, Barzanî di bersivê de got: Em dijî şer in. Eger PKK û Tirkiye penayê bibin ber çaresriya biaşitî, em amade ne hevkariya wan bikin. lê bo şer, em naxazin em bibin beşek ji şerî û em naxazin ew şerê xwe bîne nav herêma Kurdistanê.
Her di vî warî de ka kelwesta hikûmeta Îraqê çiye? Talebanî got: Hikûmeta Îraqê dijî êrîşa leşkerê Tirkiyeyê bo ser axa Îraqê ye, ev hewelwest ji alîyê serokwezîrê Îraqê û berdefkê hikûmeta Îraqê ve hetiye îlan kirin.
Derbarey wê yekê ku Receb Teyîb daxaz ji PKK kirbû ku mesela xwe bibin nav perlemantoya Tirkiyeyê û li wir şareser bikin, serokê Kurdistanê got: ev insiyatîva Erdogan başa, lê hêşta zû ye. Her di bersiva heman pirsê de Talebanî got: Me daxaz ji PKK kirye ku çekî pavêjin û rêyên aşitî bidin ber xwe.
Gelo raste Berîtaniya ji bo çaresrkirina vê pirsê dixebite? Barzanî got: Hemû ew dewletên me têkelî pê re heye nîgeraniya xwe nîşan daye, lê belê tiştek taybet ligel Berîtaniya nîne.
Serokê herêma Kurdistanê her di vê preskonferensê de got: Me dostîniya li gel Tirkiyeyê pêxweşe, em dixazin bi rêyên aşitiyê hevkariya Tirkiyeyê bikin, em neteref in ji wê nakokiya navbera PKK û Tirkiyeyê de heye.
Derbarey bûyera Şernexê Talebanî ragehand ku wî gelek pênexweş bû ku ew bûyer çêbû û xwîn hat rijtin û got: Li ser astê navxwe û dewletên çîran, ji bo ku ev kêşe bi rêyêm diplomasî bê şareser kirin, xebat berdewam e, û her ji bo vê armancê sibe ez dê pêşwaziya Elî Babbacan bikim.
Egr Tirkiye êrîş bike ser herêma Kurdistanê, dê reaksiyona herêma Kurdistanê çi be? Barzanî got: Em hêvî dikin ku şer nebe, her aliyek bixaze şer bête Kurdistanê em dê bergiryê li xwe bibkin û me qed milê xwe ji bo ti kesan şor nikirye.
Tirkiyeyê daxaz ji serokên kurd kirye ku serokên PKK teslîmî dewleta Tirkiyeyê bikin? di bersiva vê pirsiyarê de Talebanî got: Serokên PKK ne didestê me de ne, em çewa serokên PKK teslîmî wan bikin, ew baş dizanin ku PKK di çiyayê asê yên Qendîl de hene.
Her li di bersiva vê pirsê de Barzanî got: Em nikarin baregayên PKK li nav çiyayan bigrin, eger ew wisa bawer dikin ku baregayên PKK li Hewlêr, Duhok û Silêîmaniyê hene, tişê wisa ti neye.
Herwesa serokê herêma Kurdistanê di preskinferensê de hêvî xast ku partiya AKP ew bernameyê li pêşiya xwe deynaye ji bo çaresrkirina pirsgirêkan bi rêyên aşitiyê, bicîbîne, û got: Eger armanca wan Kurdistan be. Bê şik em dê xwe biparêzin.
Di bersiva pirsekê de ka gelo PKK rêxistineke terorîste yan na, Barzanî got: Niha PKK ne terorîste, lê belê eger Tirkiyê daxaza çareseriyê bike û PKK li ser şer berdewam be, wê demê PKK terorîste.