Êdî ala Kurdistanê û çiyayên wê iGoogle dixemlînin
24 Tîrmeh 2009 În Saat 17:58

AVESTA - iGoogle çi ye? û Çawa iGoogle bi Ala Kurdistanê û çiyayên wê tê xemlandin?...
iGoogle tê wateya Googla personal anko Googlê min, her xwedî hesabek di berîdên elektronî Googlemail an jî Gmail dikare ji bilî servîsa emaila xwe pelika iGoogle ava bike, çawa?
Gava yekem:
Gava ku tu hesabekî di gmail an jî googelmail çêdikî, li jorî pelikê aliyê rastê pişkova Web heye, li ser wê bitikîne bi awakî dîrekt iGoogle diyar dibe, an jî pelika motora lêgerînê derdikeve û li wir pişkova iGoogle li jorî pelikê xuya dike, li ser pişkovê bitikîne.
Gava Diwem:
- Ji bo damezrandina iGoogle xwe divê ku li pişkova "Tiştên din zêd bike" bitikîne.
- Piştre du opsiyon derdikevin holê yek Gadgets ya din jî Themes.
Di Gadgets de tu dikarî forma saet, kalender, wêneyê rojê, ferheng, metrolojiya bajarê xwe,...hwd, bixe ser iGoogle xwe.
Di Themes de tu dikarî dîsayna iGoogle xwe çêbikî.
Di Themes de li peyva Kurdistanê bigere, sê dîsayn hene, yek ji wan veqetîne û li ser pelikê xwe zêde bike û wiha iGoogle te bi Ala Kurdistanê an jî bi çiyayên wê tê xemlandin.
Her wiha hûn dikarin qotîka nameyên hatî di iGoogle xwe de bixwînin.
Eger hûn bixwazin hûn dikarin, bi riya xizmeta RSS, nûçeyên AVESTA di iGoogle xwe de jî bixwînin.
AVESTA - Zinar Ala
Kurz und Knapp!
Nun gibt es iGoogle mit der kurdsichen Flagge.
Wie man das macht?
Wenn man auf
www.google.de geht steht oben Rechts iGoogle.
iGoogle drücken und es öffnet sich eine Seite.
Unter dem kleinen Fenster wo man Wörter schreibt um zusuchen steht "Fußballhintergründe" "Design ändern" und "Gadgets hinzufügen".
Auf "Design ändern drücken. Dann kommen viele verschiedene Design von iGoogle.
So sind 8 Design aufeinmal zusehen. Rechts darunter steht "Weiter".
Daraudf klicken bis das kurdsiche igGoogle kommt.
Sowie ich es versucht habe müsste man nach dem 26. Mal auf weiter gedrückt hat, auf iGoogle mit kurdischer Flagge treffen.
Und dann nochmal auf Design hinzufügen und schon habt ihr iGoogle mit kurdischer Flagge

Schöne Grüße Agirparêz