Peykerê Şivan Perwer li Swêrekê tê çêkirin
23 Tebax 2009 Yekşem Saat 17:00

AVESTA - Şaredariya Swêrekê peykerê Şivan Perwer dide çêdike.
Swêrek ku girêdayî Ruha ye, wê li navenda bajêr peykerê hunermendê Kurd Şivan Perwer daçikîne.
Ji bo çêkirina peyker, kar dest pê kir.
Şaredariya Swêrekê berî niha peykerê Yilmaz Guney û Ahmet Arif jî çêkiribû.
Şaredarî Şivan Perwer weke hemşeriyê xwe dibîne û biryar daye ku di demeke nêzîk de peykerê wî li navenda bajêr bi cih bike.
Li gora daxuyaniyeke nivîskî, dê peyker li kolana Inono were danîn.
Wê peyker ji aliyê peykertraş Abuzer Çalışman ve were çêkirin, ew niha li bajêre û dest bi karê çêkirina peyker kiriye.
Hatiye plankirin ku peyker di nava 2 mehan de biqede.
http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=6173Eine Skulptur/Statue von Sivan Perwer wird in Sêwerek gebaut.
Von Yilmaz Güney und Ahmed Arif hatten sie auch schon gemacht udn jetzt wird für Sivan Perwer ebenfalss eine Skulptur erbaut.
Die Skulptur soll in der Inono Straße aufgestellt werden.
Die Arbeit wird Abuzer Calisman zugeschrieben und er hat schon beraits angefangen.
Die Arbeit soll bis zu 2 Monate andauern.
Schöne Grüße Agirparêz