Daweta bi 10 milyon dolar! Wey bavoooo!
Mistefa Kerkûkî-01/02/07-Kerkûk- Ji me derew, lê li gor hinek ji çapemenîya Îtalî û mikurhatina hinek kesên Kurd û Îtalî, kurê Celal Talabanî Kubat Talabanî daweta zewaca xwe li Îtalya, di ciyekî pir luks de çêkiriye û 10 milyon dolar lê serf kiriye.
Nameya Dr.Casim Tewfîq Xoşnav di kurdistanpost.comê de belav bûye û tê de tê gotin ku, “
Di 2004an de Mam Celal Talabanî, Xêro Xan û Dr.Muhammed Şakir hatine Îtalyayê û beşdarî daweta Kubat Talabanî û Şerrî Kraham bûne. Lê çapemenîya YNK ev serdan wek serdanek resmî ya bi rayedarên Îtalyayê re nîşan dane û qet behsa dawet û zewacê nekirine” filan û bêvan. Şerrî Kraham bi xwe keçek Cihû ya Amerîkî ye.
Werhasil canim, zewac xêr û bereket e. Di zewacê de xêr jî heye, şer jî heye. Mebesta me ne ewe ku em li dij derkevin. Lê me tiştek fêhm nekir? 10 milyon dolar? Kur û keçên xelkê reben, zarokên şehîdan li qelenê xwe dimînin heyirî, jibo peydakirina qelen û çend qirûşan mala xwe dişewitînin, lê bila zarokên girgirek û serokên partî û hêzên Kurd daweta bi 10 milyon dolar çêkin. Ma ev bû wîjdan? Ma ev bû edalet? Hûn zanin bê bi 10 milyon dolar çend malbatên şehîdan têr dixwarin? Bi 10 milyon dolar çend keç û xortên Kurd karîbûn bizewicin?
Heheyyyyyy! Ma xema we ye baba? Na bavoooooo!
Zarokên şehîdan birçî ne, tazî ne, bê jin in, bê mêr in, ji kî......we ve! De dîsa jî lotika we ser xêrê be rebbî...
Link:
http://www.lotikxane.com/ (01.02.2007)